Serokê herêma Kurdistanê peyamek belav kir

daxwazek ji NY û civata ewlekariyê kiriye.
کوردستان TV
100%

Ji NY re dibêje metirsiya êrîşê bi cidî werbigire.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrîşa mûşekî ya duhê şev ya bo ser Hewlêrê peyamek belav kir ku ew jî tekesta peyamê ye;

Ez êrişa terorîstî ya şeva borî ku bi moşekan li ser Hewlêrê hat kirin û bû sedema jiyan ji destdana kesekî û birîndarbûna 9 kesên din ku hejmarek ji wan amerîkî ne, bi tundî şermezar dikin. Sersaxiyê li kesûkarên kesê qurbanî dikin û hêviya zûbaşbûnê ji birîndaran re dixwazin.

Ez daxwazê ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku metirsiya wê êrişê pir bi cidî werbigirin, kar bikin ji bo nehîştina gefan li ser xelkê Herêma Kurdistanê bi rêya handana hikûmeta Iraqê ji bo cîbicîkirina destûra Iraqê û bi taybetî madeya 140î.

Ez daxwazê ji serokwezîrê rêzdar û fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê û fermandeyiya hêzên hevpeymanan li Iraqê dike, bi lez mekanîzma hevahengiyê ligel Herêma Kurdistanê çalak bikin û hêzên asayîş û pêşmerge ligel artêş û dezgeh û hêzên Îraqî bi beşdariya hevpeymanan li wê navçeyê, bi hev re kar bikin û hevaheng bin.

Nebûna hevahengiyê û hebûna hinek hêz û grûpên çekdarî li derveyî ferman û desthilata hikûmeta federalî, bûne sedema aloziya navçeyê û wisa kiriye ku gefeke berdewam li ser Herêma Kurdistanê hebe.

Daxwazê ji birêz Serokwezîrê Iraqê dikim bi lez komîteyeke hevbeş ya lêkolînê ji hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta federal dest bi kar bike û di zûtirîn dem de êrişkar werin dîtin û cezayê xwe yê yasayî werbigirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.