Ev 3 roj bû operasiyon destpê kiribû.
Wezareta berevanî ya Tirkiyeyê belav kir ku, îro yekşem dawî bi operasiyona leşkerî ya dijî PKKê hatiye yaku beriya 3 rojan li çiyayê Garê destpê kiribû.
Wezareta berevaniya Tirkiyeyê herwiha eşkere kiriye ku li çiyayê Garê artêşa Tirkiyeyê cenazeyên 13 leşker, polîs û endamên mîtê yên ku ji aliyê pkkê ve hatibûn girtin, dîtine.
Heta niha nayê zanîn gelo ev 13 kes ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kuştin an jî ji aliyê Tirkiyeyê ve.
Her îro navenda çapemenî ya hêzên parastina gel ( HPG) jî belav kir ku, operasiyona Garê rastî şikesteke mezin hatiye û operasiyon têkçûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin