Desteya Tendirostiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê ji ber vîrusa koronayê, 2 nexweş mirine û 6 kesên din bi vîrusê ketine.
Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa got kesên bi koronayê ketine 5 jin in û yek mêr e û li van herêman in:
Qamişlo: 4
Amûde: 1
Reqa: 1
Her wiha Mistefa bi bîr xist ku li herêmê 2 nexweş ji ber vîrusê mirine û 2 nexweş jî baş bûne.
Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 566 kesan, jê 330 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 227 nexweş jî baş bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin