Di çend rojên pêşiya me de dîsa serdana Bexdayê dike.
Li gor zaniyariyên berdest, şanda danûstandinkar ya hikûmeta Kurdistanê li gel hikûmeta federalî, biryare di nava çend rojên pêşiya me de dîsa şanda danûstandinkar ya Kurdistanî, serdana Bexdayê bike.
Şanda Kurdistanî li gel rayedarên hikûmeta federalî behsa para Kurdistanê ji bûdceya 2021an ya federalî û herwiha çend mijarên din yên di navbera Bexda û Hewlêrê de dike.
Ev çend mehe di navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta federalî de danûstandin didome lê heta niha hikûmeta federalî ne tenê li gor destûrê tev nagere belku her car hincetek tîne û li berdem rêkeftinê astengiyan çê dike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin