Kazimî: Astengî li berdem hikûmetê de hene

dibêje em berdewam dibin li ser şerê dijî gendeliyê.
کوردستان TV
100%

Dibêje hin alî kar bo asteng kirina kar û çalakiyên hikûmetê dikin.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di gotarekê de behsa vê yekê kiriye ku di roja yekem ya destbikar kirina xwe de weke Serokwezîr, hewl bo vê yekê daye daku hikûmet û dewlet ji nûve sazmandehî bike û armanca wî nebûye ku êrîşî ser ti aliyeke siyasî bike.

Kazimî di berdewamiya axaftinên xwe de ku bi minasebeta roja şehîdan pêşkêş kiribû anî ziman ku ti têkiliyeke wî bi propagende û rikeberiyên siyasî yên bo hilbijartinan re tuneye û tenê hewl dide daku xizmeta xelk û welat bike lê hinek alî li berdem kar kirina hikûmet astengin û hewl didin ku li berdem kar û çalakiyên hikûmetê astengiyan çê bikin.

Nav hatî diyar kiriye ku her çend gelek kes gomanên wan li ser civata dijî gendeliyê hene, lê civat karên xwe gelek bi başî kiriye û berdewam dibe li ser şerê dijî gendeliyê.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.