Artêşa Tirkiyeyê û cîhadî êrîşên xwe yên bo ser Rojavayê didomînin.
Li gor zaniyariyên berdest, îro duşem danê sibê, careke din artêşa Tirkiyeyê û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve, bi tundî gundên derdorê Til Temerê topbaran kirine.
Di topbarana vê carê de bi giştî gundên li Bakûrê Til Temerê hatine topbarankirin.
Heta niha derbarê zirarên topbaranê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Weke tê zanîn di destpêka vê hefteyê de jî jêderên herêmî belav kiribûn ku Tirkiye hijmareke Misilmanên Myanmarê li bajarên dagîrkirî yên Rojavayê Kurdistanê bicîh kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin