Serok Barzanî jî peyamek pêşkêş kir.
Îro Serok Barzanî derbarê koça dawî ya xalê Serokê herêma Kurdistanê de peyamek pêşkêş kir ku naveroka peyamê wisaye;
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Mixabin îro yekşem, danê sibê, kesayetiyê diyar û nîştimanperwer yê Kurdistan û Silêmanî û pêşmergeyê şoreşa Îlonê, Serdar axayê korê Heme Ewrehmanaxayê Silêmanî û birayê xwedê jê razî Nazdar xana hevjîna rehmetî kak Îdirîs Barzanî jiber nexweşiya Koronayê koça dawî kiriye.
Li gel rêzdariya min bo tevahiya xelkê Kurdistanê, jiber koronayê û pêbendî bi şîretên tendirostî yên xweparêziyê, bo parastina selametiya welatiyan merasîma taziyeyê nayê organîzekirin.
Daxwaz ji xwedê mezin dikim sebir û aramî bide tevahiya aliyan û rehmetî jî bi ceneta xwe şad bike.
Mesûd Barzanî
7 sibata 2021an
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin