Wezîrê derve yê Îraqê çû Îranê

behsa çend dosyeyên hevbeş dikin.
کوردستان TV
100%

Vê li gel rayedarên Îranê bicive.

Îro wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên bi serdaneke fermî gehêşte Tehrana paytexta Îranê.

Peyvdarê wezareta derve ya Îraqê Ehmed Sefar diyar kiriye ku wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên gehêştiye Tehranê û vê li gel rayedarên Îranê bicive û di civînan de giftûgo li ser çend dosyeyên hevbeş yên di navbera Îran û Îraqê de were kirin.

Weke tê zanîn di hikûmeta nû ya Kazimî de ev duyemîn serdana wezîrê derve yê Îraqê bo Îranê ye û Îran jî li Îraqê xwedan bandoreke zêdeye bi taybetî li ser aliyên şîe.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.