417 berketî jî baş bûne.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de 54 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 24 kese.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di heman demê de 417 berketiyên berê jî baş bûne û 2 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin