4 terorîstên DIŞIê hatin girtin

yek ji wan xwestiye li Bexdayê xwe biteqîne.
کوردستان TV
100%

Li Parêzgeha Diyala û Rojhilatê Îraqê hatine girtin.

Peyvdarê Fermandariya giştî ya artêşa Îraqê Yehiya Resûl ragihand ku hêzên Îraqê karîne li Diyala û Rojhilatê Îraqê 4 terorîstên DIŞIê binçav bikin.

Yehiya Resûl diyar kiriye ku yek ji wan terorîstên DIŞIê xwekuj bûye û xwe amade kiribû daku li taxeke Bexdayê xwe biteqîne.

Nav hatî diyar kiriye ku terorîstên girtî di lêpirsînên destpêkê de li xwe û pilanên xwe mokir hatine û diyar kirine ku ferman ji wan re hatiye daku li Bexdayê êrîşên terorîstî pêk bînin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.