Îran xwestiye êrîşî ser balyozxaneyên Amerîka û Îsraîlê bike.
Çapemeniya Îsraîlê li ser zarê rayedarên îstîxbarata vê welatî belav kir ku, karîne pilaneke Îranê bo êrîş kirina ser balyozxaneyên Amerîka, Îsraîl û Îmaratê pûç bikin.
Çapemeniya Îsraîlê diyar kiriye ku çend sîxorên Îranî yên ku xwedan nasnameyên Îranî û Ewrûpî bûne, xwestine li welatên Rojhilatê Efrîqayê êrîşî ser balyozxaneyên Amerîka, Îsraîl û Îmaratê bikin, lê pilanên Îranê bo êrîş kirinê hatine pûçkirin.
Îsraîl diyar kiriye ku pilan meha derbasbûyî hatiye pûçkirin û sîxorên Îranî jî ji aliyê dezgehên îstîxbaratî ve hatine girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin