Wezareta pêşmerge derbarê liv û tevgerên pêşmerge de daxuyanî da

dibêje em neçarin tedbîrên pêwîst bistînin.
کوردستان TV
100%

Serokerkanê wezareta pêşmerge dibêje li dijî DIŞIê me pêşmerge livandiye.

Piştî ku hate gotin ku hikûmeta Kurdistanê di wan rojên dawî de hêzên pêşmerge ber bi Mexmûrê ve livandiye, îro Serokerkanê wezareta pêşmerge Cemal Îmînkî li ser mijarê daxuyaniyek bo raya giştî belav kir.

Serokerkanê wezareta pêşmerge Cemal Îmînkî diyar kiriye ku livandina hêzên pêşmerge ber bi Mexmûrê ve bi mebesta rûbirû bûna êrîş û metirsiyên terorîstên DIŞIê ye, ji ber ku zaniyarî di destê me de hene ku DIŞIê xwe amade kiriye ku li deverê de dest bi êrîşên nû bike.

Îmînkî herwiha diyar kiriye ku di wan demên dawî de liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê gelek zêde bûne û hijmara terorîstan jî li wan deveran zêdetir bûne lewre em jî weke wezareta pêşmerge lazime xwe bo rûbirû bûna her cure senariyoyeke terorîstan amade bikin.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kirin ku li wan deveran ku behsa wan hatiye kirin boşatiyeke mezin ya ewlekarî û leşkerî heye, çekdarên Îraqî û artêşa Îraqê jî nikarin ev boşatiya han tîje bikin û li gel pêşmerge jî ti lihev kirinek tuneye bo tîje kirina boşatiya han, lewre em neçarin bo xwe tedbîrên xwe bistînin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.