Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê Stephen Hickey kir.
Di civînê de ku Konsulusê Brîtanyayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, rewşa dawî ya siyasî ya deverê û Îraqê hate nirxandin.
Derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî her du alî li ser vê yekê ku lazime kêşeyên heyî bi rêya diyalogê û li ser esasê destûra bingehîn werin çareserkirin hemfikir bûn.
Di berdewamiya civînê de balyozê Brîtanyayê tekez li ser berdewamiya Brîtanyayê li ser piştîvanî kirina Kurdistan û hêzên pêşmerge kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin