Hevpeymaniya cîhanî: Operasiyonên me berdewam dibin

dibêje di operasiyona herî dawî de du berpirsên mezin yên DIŞIê hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Dibêje heta dawiya erdê emê li pey terorîstan bin.

Hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kiriye.

Hevpeymanî di peyama xwe de nivîsandiye ku di sala 2020an de li Îraq û Sûriyeyê bi giştî 82 operasiyonên curbicur li dijî terorîstên DIŞIê lidar xistine û operasiyonên wan li her du welatên Îraq û Sûriyeyê li dijî terorîstên DIŞIê berdewam dibin.

Di peyama hevpeymaniya cîhanî de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku hevpeymaniya cîhanî berdewam dibe di şerê dijî DIŞIê de û heta dawiya erdê li pey terorîstên DIŞIê de be.

Hevpeymaniyê herwiha aniya ziman ku di operasiyona herî dawî de wan kariye li Îraqê çend berpirsên mezin yên terorîstên DIŞIê bikujin ku yek ji wan Cîgirê Xerlîfe û yeke din jî waliyê DIŞIê bûye.

N: E. G

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.