Li Hewlêrê dizek hate girtin

pere ji xelkê diziye.
کوردستان TV
100%

Li berdem hotêleke Hewlêrê de dizî ji xelkê kiriye.

Birêveberatiya polîsê Hewlêrê ragihand ku hêzên polîs karîne, di operasiyonekê de kesek binçav bikin û ew demek bûye berdewam bûye li ser dizî kirinê ji xelkê.

Di daxuyaniya polîs de hatiye diyarkirin ku kesê girtî li berdem hotêleke Hewlêrê ya li ser cadeya 60 metrî bi qasî 11 hezar û 500 dolarên Amerîkî, ji nava tirimbîlên welatiyan de diziye.

Polîs di daxuyaniya xwe de behsa vê yekê jî kiriye ku kesê girtî li tawana xwe mokir hatiye û gotiye ku bi tenê li cîhê ku hatiye girtin 5 caran dizî ji xelkê kiriye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.