Dibêje bi dahata Yemenê çek û cebelxane dikirin.
Panêla pisporên serbixwe yên Netewên Yekgirtî, çekdarên Hûsî yên li Yemenê bi dizîna dahata Yemenê tawanbar dike.
Pisporên han dibêjin çekdarên Hûsî yên li Yemenê dest danîne ser dahata vê welatî û dahatê didizin û bi dahata han çek û cebelxaneyan bo xwe dikirin.
Herwiha hikûmeta Yemenê jî bi gendelî kirin û spî kirina pereyan tawanbar dike.
Ew şanda han diyar kiriye ku çekdarên Hûsî dest danîne ser yek miliyon û 800 hezar dolar dahata Yemenê û ew dizîne û pê çek û cebelxane kirîne û hikûmeta Yemenê jî bi pereyên ku weke alîkarî bo dabîn kirina xwerakê jê re hatiye pêşkêşkirin gendeliyan dike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin