Şanda Îtalî şandeke leşkeriye.
Îro Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa pêşwaziya şandeke leşkerî ya Îtalî ya bi Serokatiya Fermandarên hêzên Îtalî yên di nava hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê General Francisco Prichopy kir.
Di civînê de behsa hevkariyên Îtaliyayê yên bo hêzên pêşmerge bi taybetî di ware şêwirmendî û perwerde kirina hêzên pêşmerge de hate kirina Şêx Cefer Şêx Mistefa hevkariyên han bi girîng wesif kir.
Di berdewamiya civîna han de giftûgo li ser domandina prosesa reforman di nava wezareta pêşmerge û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hevpeymanan bo rûbirû bûna DIŞIê hate kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin