Piştî 8 rojan ji aliyê xelkê ve di bin berfê de hatin derxistin.
Beriya 8 rojan hijmareke Kolberên Kurd li navçeya Soma ya di navbera Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê de bin berfê ketibûn.
Heman roj 3 ji wan Kolberan hatin rizgarkirin lê 5 Kolberên din di bin berfê de man û ne hêzên ewlekarî yên Îranê û ne jî yên Tirkiyeyê ev 8 roj bû rê nedidan ku xelk li pey wan bigerin û wan rizgar bikin.
Lê îro piştî 8 rojan, xelkê deverê karîn rixmî asteniyên hêzên ewlekarî yên Îran û Tirkiyeyê termê 5 kolberên Kurd ji bin berfê derbixin û vegerênin gund û veşêrin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin