Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Tirkiyeyê bi Serokatiya wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Xilûsî akar kir.
Di civînê de ku hijmareke rayedarên leşkerî yên Tirkiyeyê û Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê armanca serdana xwe ya bo Bexda û Hewlêrê bo Serok Barzanî şîrove kir û anî ziman ku aramî û ewlekariya deverê û pêşde birina têkiliyên Tirkiyeyê yên li gel Kurdistan û Îraqê bo Tirkiyeyê gelek girînge.
Nav hatî diyar kir ku hebûna aramî û ewlekariyê li deverê de dibe sedema geşe kirina deverê.
Derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Xilûsî Akar diyar kir ku, Tirkiye dixwaze tevahiya kêşeyên heyî bi diyalogê û di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin.
Di berdewamiya civînê de jî Serok Barzanî diyar kir ku, têkiliyên dîrokî di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de hene û tekez li ser binghehên dostatî û cîrantiyê kir.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rewşa giştî ya deverê, rewşa Îraqê û metirsiyên li berdem prosesa siyasiya Îraqê de kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin