Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê kirin.
Îro serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Tirkiyeyê bi Serokatiya wezîrê berevanî Xilûsî Akar kir û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro sêşem 19/1/2021an me pêşwaziya wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Xilûsî Akar kir
Di civînê de rewşa Îraq, deverê û pere pêdana zêdetir ya têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê nîqaş kir, me tekez li ser girîngiya hemahengî û berdewamiya têkiliyên dostane di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de kir bi taybetî bihêztir kirina hemahengî û hevkarî bo dabîn kirina aştî û ewlekariyê li deverê de.
Di beşeke din ya civînê de me tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û der kirina milîşa û hêzên çekdar yên derqanûnî yên li deverê bo normal kirina rewşa deverê û vegeriyana awareeyan bo cîhên xwe kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin