Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 23 kesên din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine.
Li gorî Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa kesên bi koronayê ketine 9 mêr û 14 jin in û li van herêman in:
Hesekê: 2
Qamişlo: 3
Dêrik: 1
Girkê Legê: 2
Çilaxa: 1
Kobanê: 1
Reqa :5
Tebqa: 3
Minbic:3
Şehba:2
Ciwan Mustefa diyar kir ku bi dehan pêketiyên koronayê baş bûne.
Bi vê yekê hejmara giştî ya pêketiyên koronayê li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê gihîşt 8 hezar û 363 kesan, ji wan 284 kes mirin û hezar û 182 kes jî baş bûne.
Ji peyamakurd hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin