8 kolber ketibûn bin befirê.
Duhê danê sibê 8 Kolberên Rojhilatê Kurdistanê li ser sînorên navbera Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê li navçeya Soma ketibûn bin befirê.
3 ji wan kolberan hatibûn rizgarkirin lê 5 ji wan nehatibûn û dîtin û di bin befirê de mabûn.
Hewldanên lêgerînê îro jî dom kirin lê hîn ji çarenivîsa wan 5 kolberan nayê zanîn.
Duhê hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê rê nedabû ku kesûkarên kolberan li aliyê Tirkiyeyê ve, li pey wan bigerin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin