Îraq tevahiya kempan dadixe

di demeke nêz de kempên heyî tên daxistin.
کوردستان TV
100%

Dibêje di nava 6 mehan de zêdetir ji 60 hezar aware vegeriyane.

Wezîra koç û koçberan ya Îraqê Îvan Fayiq ragihand ku bi fermana Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî her cure asankariyek bo wan awareyên ku dixwazên vegerin ser mal û milkên xwe, tên pêşkêşkirin.

Îvan Fayiq herwiha diyar kiriye ku tenê di nava 6 mehên derbasbûyî de 68 hezar malbetên din yên aware vegeriyane ser mal û milkên xwe.

Nav hatî ew yek jî daye zanîn ku hikûmeta Îraqê pilanek amade kiriye daku di demeke nêz de tevahiya kempên awayeran li Îraqê dabixe.

Weke tê zanîn awareyên Îraqî yên ku piraniya wan sune ne, gazindan ji hikûmeta Îraqê dikin û dibêjin li deverên wan ewlekarî û xizmetgozarî tuneye lewre naxwazin vegerin cîhên xwe û dibêjin jiyana me di nava kempên li herêma Kurdistanê de gelek baştire.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.