Îsraîl navendên leşkerî yên Îran û Rejîmê bordiman kir

herî kêm 16 çekdar hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Li devera Dêra Zorê ew navendên han bordiman kiriye.

Li gor nûçeyekê ku ji aliyê navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê ve hatiye belavkirin, duhê bi şev balefirên Îsraîlî 18 caran, navendên leşkerî yên rejîma Sûriye û komên çekdar yên ser bi Îranê bordiman kirine.

Di encama wan bordimanên han de li devera Dêra Zorê 5 leşkerên rejîmê û 11 çekdarên ser bi Îranê hatine kuştin.

Navendê ew yek diyar kiriye ku balefirên şer yên Îsraîlê duhê bi şev 18 caran êrîşî ser devera Dêra Zorê heta sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê li gundevarên Elbû Kemal kirine û derbên dijwar li hêzên rejîmê û komên çekdar yên ser bi Îranê dane.

Herwiha di encama bordimanên han de gelek navendên leşkerî û cebelxaneyên wan hêzan jî hatine jinavbirin.

Weke tê zanîn beriya niha Îsraîl diyar kiribû ku li Sûriyeyê şerê dijî Îranê dikin û rê nadin Îran li Sûriyeyê bibe xwedan hêz.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.