Civata bilind ya abûriya Kurdistanê civiya

kar li ser bernivîsa proje bûdceyê tê kirin.
کوردستان TV
100%


Bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.

Îro civata bilind ya abûriya Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro sêşem 12/1/2021an me gerînendetiya civîna civata bilind ya abûriya herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê diyar kirina hêlên giştî yên proje qanûna bûdceya sala 2021an ya herêma Kurdistanê û pêngavên prosesa reforman kir.

Her yek ji wezîrên darayî, abûrî û pilandanan raportên xwe xwe yên derbarê rewşa niha ya darayî û amadekariyên proje bûdceya 2021an pêşkêş kirin.

Di berdewamiya civînê de me balkêşande ser vê yekê ku hikûmeta herêma Kurdistanê tevahiya hewlên xwe bo yek xistina dahatan û kêm kirina xerciyên nepêwîst û sazmandehî kirina mîlak û deranîna navê ew kesên ku bi awayeke derqanûnî ji bûdceya giştî sûdmend bûne, bi tevger kiriye daku, maf û şayisteyên darayî yên mûçexorên şayiste û hêja were dabînkirin, ew pêngava han rixmî vê yekê ye ku hewl bo kêm kirina rûtîn di cîhbicîh kirina karûbarên darayî de jî tê dayîn.

Tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime di amade kirina proje qanûna bûdceya 2021an de, tevahiya egeran liber çav werin girtin û proje bûdceya han şefaf û rastîn be û pişta xwe bi hijmar, data, dahata petrolê û dahata ji bilî petrolê, xerciyên rastîn, kurt anîn û rewşa darayî ya niha ya herêma Kurdistanê girê bide, piştî pejrandinê ji aliyê civata wezîran ve, pêşkêşî parlementoya herêma Kurdistanê tê kirin û ew bûdceya han dibe sedema geşe pêdana zêdetir ya şefafiyetê di darayiya giştî ya herêmê de.

Di beşeke din ya civînê de me ew yek diyar kirk u herêma Kurdistanê bo çareser kirina kêşeyan li gel hikûmeta federalî, tevahiya erkên xwe yên destûrî cîhbicîh kiriye lewre lazime desthilata federalî jî maf û şayisteyên darayî yên herêmê di çarçoveya proje bûdceya federalî ya bo sala 2021an dabîn bike.

Di mijara duyem ya civînê de berpirsê fermangeha hemahengî û wenêrînê raportek derbarê pêngavên cîhbicîh kirina biryarên berê yên civata bilind ya abûriyê pêşkêş kir.

Biryare encamên civîna taybet bi amadekirina hêlên giştî yên bernivîsa proje bûdceya herêmê di civîna sibê ya civata wezîran de werin pêşkêşkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.