Li Kerecê hatine girtin.
Nivîsîngeha zanîngeha Xwarezmî ya li Kerecê belav kiriye ku 7 Xwendekarên zanîngehê yên Kurd ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatine girtin û bo cîheke nediyar hatine veguhastin.
Derbarê sedema girtina wan Xwendekaran de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
Ji aliyeke din ve navenda mafên mirovan ya Hengawê jî belav kiriye ku li Mehabadê jî 5 welatiyên Kurd hatine girtin û bo cîheke nediyar hatine veguhastin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin