Li Endonezyayê balefirek kete nav deryayê

62 kes tê de bûne.
کوردستان TV
100%

Li Endonezyayê balefireke rêwiyan a peywendî pê re hatibû birîn ketiye deryayê.

Wezîrê Gihandinê yê Endonezyayê Budî Karya Sumadi di civîna rojnamevanî de diyar kir ku firokeya 5 xulekan piştî rabûnê pê re têkilî hatî birîn bi 12 karmendên firkokeyê û 50 rêwiyên xwe li nêzîkî Girava Lancang û Lakiyê yên li bakurê welêt ket xwarê. Sumadî got ku li ciyê firoke lê ketiye dest bi xebatên lêgerîn û xilaskirinê kirin.

Rayedarên Ajansa Rizgarkirin û Lêgerînê ya Neteweyî li  Endonezyayê jî diyar kirin ku xebatên li herêmê dewam in, hin parçeyên firokeyê hatine dîtin.

Berdevkê Wezareta Gihandinê Adîta Irawatî jî diyar kiribû ku firoke herî dawîn di saet 14.40î de pê re têkilî danîbûn û ji bo sefera Cakarta-Pontianakê derketibû rê.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.