Şingal rastî proseseke nû ya metirsîdar hatiye

dest bi ava kirina mezargehên şîeyan hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Prosesa bi şîe kirinê destpê kiriye.

Birînên Şingal û Şingaliyan yên komkujiya ku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve biser wan de hatine hîn çê nebûne, lê dîsa Şingal û Şingalî bi taybetî Êzidî, rastî proseseke din ya metirsîdar hatine.

Li gor zaniyariyên berdest, ew demêke ku hin alî bi pêşengiya çekdarên heşda şebî li Şingalê dest bi vekirina mezargehên şîeyan kirine û dest bi cîhbicîh kirina prosesa bi şîe kirinê li deverê de kirine.

Şêniyên Şingalê, bi taybetî Êzidî ji vê yekê dilgiranin û dibêjin ew prosesa han proseseke metirsîdare, hem li ser demografiya Şingalê û him jî li ser cografiyaya Şingalê û eger ew proses wisa berdewam be, metirsiya vê yekê heye ku cografiya Şingalê ji destê şêniyên deverê derbikeve.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.