Miftiyekî DIŞIê hate girtin

li Parêzgeha Enbarê Miftiyê DIŞIê bûye.
کوردستان TV
100%

Li Bexdayê ji aliyê polîs ve hatiye girtin.

Birêveberatiya polîsê Bexdayê belav kir ku, îro çarşem hêzên polîs li Bexdayê operasiyonek lidar xistine û di operasiyonê de karîne, kesek ku endamê DIŞIê bûye binçav bikin.

Di daxuyaniya polîs de behsa vê yekê hatiye kirin ku kesê girtî, di nava mizgeftên li parêzgeha Enbarê weke Miftiyê DIŞIê kar bo DIŞIê kiriye.

Polîs diyar kiriye ku kesê girtî bi mebesta xwe veşartinê li gel awareyên parêzgeha Enbarê berê xwe daye Bexdayê lê li Bexdayê ji aliyê polîs ve hatiye girtin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.