Hopkins: Hejmara pêketiyên Korona ji 86 mîlyonan borî

hijmara herî zêde li Amerîkayê hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%

Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 86 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanÊ 86,230,870 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 21 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 10,3 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 7,7 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,865,267 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 356,540 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 197,732 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 96,278 kes bi vîrusa korona ketine û 4,787 kes bi wê mirine.

Çaverê bû ku tîmeke pisporên navneteweyî bo lêkolînên ser destpêka şewba vîrusa korona serdana Wuhanê bikirana, lê hikûmeta Çînê destûr neda.

Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus hikûmeta Çînê jiber destûrnedanê rexne kir û got ku ew xeyalşikestî bûye.

Ghebreyesus dîyar kiribû ku ew dîsa jî bi karbidestên payabilind yên Çînê re di danûstandinê de ye û wî mîsyona WHO careke din ji wan re zelal kiriye.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.