107 kesên din li Kurdistanê bi Koronayê ketin

6 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Hijmara herî zêde li Dihukê hatiye tomarkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên taybet yên Koronayê yên di 24 seatên derbasbûyî de belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava 24 seatên derbasbûyî de li Kurdistanê bi giştî 107 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 50 kese.

Di daxuyaniya wezaretê de herwiha hatiye diyarkirin ku di nava heman 24 seatan de 982 berketî baş bûne û 6 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.