Revandina welatiyan li Efrînê didome

li hember azad kirina wan daxwaza pereyan dikin.
کوردستان TV
100%

Di nava 2 mehan de zêdetir ji 200 welatî hatine revandin.

Navenda mafên mirovan ya Efrînê belav kir ku revandin û eşkence kirina welatiyên Kurd li Efrînê hîn jî berdewame.

Li gor daxuyaniya navenda mafên mirovan ya Efrînê bi tenê di nava du mehên dawî yên sala 2020an de komên cîhadî yên ku li gel artêşa Tirkiyeyê Efrîn dagîr kirine û ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştîvanîkirin, zêdetir ji 200 welatiyên Kurd yên Efrînê revandine û eşkence kirine.

Navendê behsa vê yekê jî kiriye ku komên cîhadî li hember azad kirina kesên revandî daxwaza pereyan ji kesûkarên wan dikin û gelek caran jî ku pere neyê dayîn, kesên revandî ji aliyê cîhadiyan ve têne kuştin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.