Brîtanya jiber cureya nû ya Koronayê careke din dikeve Qarantînê

ew cureya han ya Koronayê yekem car li Brîtanyayê derketiye.
کوردستان TV
100%

Brîtanya ya jiber cureya nû ya vîrusa korona bi zêdebûna pêketinan re rûbirû maye cara sêyan karantîn ragihand.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson diyar kir ku cureya nû ya vîrusa korona moralê wan xirab dike û fikaran çêdike.

Johnson da zanîn ku ew cureya nû ya vîrusa korona ji ya berê 50-70 ji sedê pirtir belav dibe û got ku bi wî awayî îhtimala pêketinê jî bilind dibe.

Wî bang li hemwelatiyên Brîtanya kir ku xêncî kirîn û firotanê, alîkarîya tibî, spor û karên ji malê nabin, ji malê dernekevin.

Li gor Qarantîna nû dibistanên pêş û yên navîn dê ji Sêşemê pê ve derbazî perwerdeya onlay bin û azmûnên giştî yên li Brîtanya jî werin paş xistin.

Qarantîn dê heta nîvê Sibatê bidome û berpirsên Brîtanî dê heta wê çaxê, vaksînan li kesên temenên wan ji 70’yî mezintir, karmendên saxlemîyê û nexweşên rewişên wan giran bidin.

Jiber cureya nû ya vîrusa korona di demên dawî de rojane pirtir ji 50,000 kes bi vîrusa korona dikevin û bi qasî 1000 kes jî bi wê dimirin.

Brîtanya di Adar û Mijdara 2019’an de karantîna giştî ragihandibû.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.