Ew sê sal bû di navbera wan de qirîz hebû.
Îro li Siûdiyeyê civînek bi navê civîna civata hevkariya Kendavê bi beşdariya Şahê Siûdiyeyê tê lidarxistin.
Mîrê Qeterê Temîm Bin Mihemed Alsanî jî piştî sê salan alozî û qirîz li gel Siûdiyeyê, îro bi fermî serdana Siûdiyeyê kir û ji aliyê Cîhnişînê Siûdî Şahzade Mihemed Bin Selman ve hate pêwşazîkirin.
Weke tê zanîn beriya sê salan qirîzeke mezin di navbera Qeter û welatên din yên Kendavê bi pêşengiya Siûdiyeyê çê bibû û Siûdiye bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Qeterê 13 merc bo Qeterê destnîşan kiribûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin