Li Îraqê dest bi ser çend dorneyan de hate girtin

li bendeera Umqesirê hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Li deriya sînorî ya Umqesir hatine girtin.

Komîteya çavdêrî kirina deriyên sînor yên Îraqê îro sêşem ragihand ku karîne li deriya sînorî ya bendera Umqesir ya li Besreyê dest deyinin ser çend dorneyan ku bi awayekî derqanûnî di nava kelûpelan de hatibûn veşartin û dixwestin derbasî nava Îraqê bikin.

Komîteya han diyar kiriye ku beriya niha hêzên îstîxbaratê, ji wan re zaniyarî dane ku hinek kes û alî dixwazin bi awayeke derqanûnî dorneyan ji welateke din derbasî Îraqê bikin û li ser esasê wan zaniyariyan operasiyon hatiye lidarxistin û di encam de dest bi ser hijmarek dorneyan de hatiye girtin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.