Tirimbîlek dizîne.
Birêveberatiya Polîsê Hewlêrê îro sêşem daxuyaniyek belav kir û têde behsa vê yekê kir ku, 4 kes ji aliyê polîs ve hatine girtin.
Di daxuyaniya birêveberatiya Polîs de hatiye diyarkirin ku ew 4 kesên ku hatine girtin, li Hewlêrê dizî kirine û tirimbîleke welatiyekî dizîne.
Polîs di daxuyaniya xwe de nivîsandiye ku di dema girtina wan 4 kesan de, dest bi ser 4 çekên demançe û hinek madeyên hişber de jî hatiye girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin