Amarên nû yên Koronayê li Rojava: 14 pêketî, 1 mirî

heta niha 276 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku 14 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tendirostiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniyê; li Rojavayê Kurdistanê kesekî bi vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tendirostiya Rêveberiya Xweser ragihand; 14 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 4 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Tirbespiyê 1 kes li Til Temir, 1 kes li Reqayê, 1 kes jî li Şehbayê ye.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 1 kes jî baş bûye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8113 kesan, ji wan 1150 kes baş bûne û 276 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.