Îro li Bexdayê xwepîşandan kirin.
Îro bi minasebeta salvegera kuştina fermandarê spaha Qudis ya Îranê Qasim Silêmanî û Cîgirê Serokê çekdarên heşda şebî Ebû Mehdî Muhendis li Bexdayê xwepîşandaneke mezin hate organîzekirin.
Di xwepîşandana îro de hijmareke alîgirên heşda şebî êrîşî ser bîna û navendên derdorê balefirxaneya navnetewî ya Bexdayê kirin.
Beriya niha jî alîgirên heşda şebî navê cadeya balefirxaneyê bo cadeya Ebû Mehdî Muhendis guhertibûn.
Weke tê zanîn sala 2020an di roja 3ê meha yek de Amerîka êrîşî ser Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî kiribû û her du kuştibû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin