Girtiyekî Kurd ji îdam kirinê rizgar bû

malbeta kesê kuştî jê xweş bûne.
کوردستان TV
100%

Malbeta kesê kuştî ji bûrîne.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, ciwanekî Kurd yê temen 35 sal, şêniyê bajarê Kirmaşanê, bi navê Seîd Mihemedî, ku bi tawana kuştina kesekî din hatibû darizandin û biryara îdam kirinê jê re hatibû dayîn, ji îdam kirinê rizgar bûye.

Hengawê belav kiriye ku malbeta kesê ku ji aliyê Seîd Mihemedî ve hatibû, kuştin, ji Seîd xweş bûne û bi vê rengî Seîd yê ku bo îdam kirinê hatibû amadekirin, ji îdam kirinê rizgar bûye.

Seîd Mihemedî, bavê du zarokên 6 û 11 saliye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.