Li gundekî ser bi Seyid Sadiqê teqiyaye.
Li gor zaniyariyên ku dest Kurdistantv ketine, îro danê nîvroyê, li gundekî ser bi Seyid Sadiqê teqînek çê bûye û di encam de du endamên hêzên ewlekarî birîndar bûne.
Hate zanîn ku li gundê Berdereş ya ser bi Seyid Sadiqê alaya DIŞIê li cîhekê hatiye danîn û dema hêzên ewlekarî çûne deverê û xwestine alaya han hilgirin, bombeyeke vedayî yaku di bin alayê de bûye teqiyaye û di encam de du endamên hêzên ewlekarî birîndar bûne.
Birîna wan her du birîndaran sivêke.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin