Di nava 24 seatan de 121 kesên din canê xwe ji dest dane.
Wezareta tendirostiya Îranê ragihand, di şev û roja borî de 5 hezar û 908 pêketiyên Koronayê li Îranê hatin tomarkirin û hejmara pêketiyan gihîşt milyonek û 206 hezar û 373 kesan.
Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de 121 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 54 hezar û 814 kesan.
Li gorî amarên fermî, ji destpêkê de heta niha zêdetirî 960 hezar nexweşên Koronayê jî baş bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin