Li girtîgeha bajarê Sineyê hatiye darvekirin.
Jineke Kurd ya xelkê bajarê Qorwe ya li Rojhilatê Kurdistanê yaku beriya 5 salan bi hinceta kuştina kesekî hatibû girtin hate darvekirin.
Jina han navê xwe Zeyneb Xwedamuradî bûye, temena vê 42 sale û duhê yekşem li girtîngeha navendî ya bajarê Sineyê hatiye darvekirin.
Zeyneb beriya ku were îdam kirin dadgeh jê re derfet dabû daku 700 miliyon toman weke diye bide malbeta kesê kuştî, lêbelê malbeta Zeyneb nikariye ew pereya han dabîn bike lewre keça wan duhê hatiye darvekirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin