Îran mûşek û dorne şandiye başûrê Îraqê

dibêje Îran amadekarî bo êrîşan dike.
کوردستان TV
100%

Çapemeniya Kuwaitê ew nûçe belav kiriye.

Rojnameya Qebes ya Kuwaitî belav kir ku li gor zaniyariyên bawermend ku ji çend çavkaniyên hayedar dest wan ketine, spaha Pasdaran ya Îranê di wan rojên dawî de weke amadekariyek bo êrîş kirine ser Amerîka û welatên hevpeyman yên Amerîkayê hijmareke gelek zêde mûşek û dorne ( balefirên bêpîlot) şandiye başûrê Îraqê.

Çavkanî eşkere kiriye ku ev mûşek û dorne bi rêya deriya sînorî ya Şelemçeyê ve bo Îraqê hatine şandin û ew yek jî amadekariyeke Îranê ye daku di hefteyên pêşiya me de çend êrîşan bo ser hêzên Amerîkî û welatên deverê pêk bîne.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.