Nûnerê taybet ê berê yê Amerîkayê ji bo karûbarê Sûriyê û hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê James Jeffrey, ragihand ku Amerîka piştevaniya bidestxistina xweseriya siyasî û hêza çekdar a Kurdên Sûriyê dike.
James Jeffrey ji medyayê re ragihandiye, Amerîka hewil dide Kurdên Sûriyê diyalogê bi Hikûmeta Sûriyê re bikin û piştevaniya wan kiriye ji bo bidestxistina xweseriya siyasî ku bikarin hêza wan ya çekdar ji Artêşa Sûriyê cuda be.
Jeffrey ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê daye zanîn, bila ew pêwendiyên xwe bi Şamê re qût nekin yan xwe nêzî PKKê nekin û êrîşî Tirkiyê nekin û bi Şamê re jî diyalogê bikin.
Ji peyamakurd hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin