Wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê çû Lîbyayê

xefter daxwaza şerê dijî Tirkiyeyê dike.
کوردستان TV
100%

Xelîfe Xefter daxwaz ji hêzên xwe kiriye li dijî Tirkiyeyê şer bikin.

Piştî ku duhê Serokê hikûmeta nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Xefter ragihand ku Tirkiye Lîbya dagîr kiriye û daxwaz ji hêzên xwe ( artêşa nîştimaniya Lîbyayê) kir daku li dijî Tirkiyeyê şer bidin destpêkirin û leşkerên Tirk ji welatê xwe derbixin, îro şandeke Tirkiyeyê jî serdana Lîbyayê kir.

Şanda Tirkiyeyê bi Serokatiya wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Hilûsî Akar çû Lîbyayê.

Ev şanda Tirkî vê li gel leşkerên Tirk û cîhadiyên Sûrî yên ku Tirkiye ew şandina Lîbyayê û rayedarên hikûmeta Feyaz Serac bicive.

N: E.G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.