Til Rifet ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat topbarankirin

êrîşên Tirkiyeyê didomin.
کوردستان TV
100%

Derdora balafirxaneya Minnix û Til Rifetê li bakurê rojavayê Helebê, ji aliyê artêşa Tirkiyê hat topbarankirin. Herwiha li her du navçeyan, pêgehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dimînin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja 25ê vê mehê şer li ser çeperên Azaz, Merenaz li bakurê rojavayê Helebê di navbera YPG û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve derket.

Çavkanî diyar dikin, her du aliyên şerker çekên giran bi kar anîn, hevdem topxaneya Tirkiyê bajarokê Merenazê kir armanc.

Til Rifet 25 kîlometran dikeve başûrê Efrînê û YPGê ew bajarok di Sibata 2016an de ji destê çekdarên opozîsyona Sûriyê derxistibû. Piştî êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê hejmareke zêde ya xelkê sivîl jî koçberî wê deverê bûne.

Til Rifet, ji ber ku li devera Şehba bajarokê herî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye ku hêzên YPGê lê hene û herwiha Balafirxaneya Minix a Leşkerî jî li bakurê rojavayê Til Rifetê ye girîng e.

Til Rifet û çend gundên wê deverê ku niha di bin kontrola YPGê de ne, ji rojhilat, bakur û rojava ve ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê û ji başûr ve jî, ji aliyê hêzên Sûriyê ve dorpêçkirî ye.

Ji peyamakurd hatiye wergirtin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.