Cureya nû ya Korona li Japonya jî hat dîtin

yemek car li Brîtanyayê derket.
کوردستان TV
100%

Wezîrê Saxlemî yê Japonya Norihisa Tamura diyar kir ku li welatê wan jî cureya nû ya vîrusa korona hatiye dîtin.

Cureya nû ya vîrusa korona cara pêşî di 13’ê Berfanbarê de li Kent ya li başûrê Brîtanya hatibû tespît kirin.

Tamura da zanîn ku wan cureya nû ya vîrusa korona li ser pênc kesan tespît kiriye û da zanîn ku ew bi firokeke ji Brîtanya rabûye derbazî Japonya bûne.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dibêje ku çêbûna cureya nû ya vîrusa korona normal e û dide zanîn ku ew vîrus ne kujertir e.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.