Ti gefek li ser Bexdayê tuneye

dibêje rê nadin ti aliyek rewşa Bexdayê aloz bike.
کوردستان TV
100%

Dibêje rewşa Bexdayê bi ewleye.

Artêşa Îraqê derbarê rewşa Bexdayê de daxuyaniyek belav kiriye û têde dibêje ti gefek li ser Bexdayê tuneye.

Artêşa Îraqê di daxuyaniya xwe de behsa vê yekê kiriye ku piştî aloziyên duhê bi şev, hin alî û derdor behsa vê yekê kirine ku rewşa Bexdayê aloze û Bexda di bin metirsiyan deye.

Artêşa Îraqê diyar kiriye ku xudan karîne û dikare bi her awayî ewlekariya Bexdayê biparêze û niha rewşa Bexdayê biewle û arame.

Artêşê di berdewamiya daxuyaniya xwe de tekez li ser vê yekê kiriye ku bi ti awayî rê nade rewşa Bexdayê were têkbirin.

Weke tê zanîn duhê bi şev berpirsekî çekdarên Esayîbî Ehlî Heq ji aliyê hêzên antî terorê ve bi hinceta ku destî wî di êrîşên ser balyozxaneya Amerîkayê de hebûye, girti bûn û piştî vê bûyerê jî hinek komên çekdar yên ser bi Îranê gefa têk birina rewşa Bexdayê xwari bûn.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.