Berpirsê Esayîb radestî heşda şebî hate kirin

ji aliyê hêzên antî terorê ve hatibû girtin.
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev li Bexdayê hatibû girtin.

Ew berpirsê çekdarên Esayîb Ehlî Heq yê ku duhê li Bexdayê ji aliyê polîs ve hatibû girtin, radestî heşda şebî hate kirin.

Duhê bi şev hêzên ewlekarî li Bexdayê berpirsekî çekdarên Esayîbî Ehlî Heq ji aliyê hêzên antî teror ve bi hinceta ku destê wî di êrîşên mûşekî bo ser balyozxaneya Amerîkayê de hebûye, binçav kiribûn.

Piştî vê bûyerê, çekdarên heşda şebî û esayîbî ehlî heq daketin qadan û gef li hikûmet û hêzên ewlekarî kirin.

Pişt re îro şemî hêzên antî terorê belav kirin ku ew berpirsê binçav kirî yê esayîbî ehlî heq radestî heşda şebî kirine.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.