Hijmarek bazirgan û firoşgeh hatin ceza kirin

dibêje herkes nirxê giran bike tê cezakirin.
کوردستان TV
100%

Jiber ku buhayê tiştan giran kiribûn.

Wezareta bazirganiya hikûmeta herêma Kurdistanê belav kir ku piştî buha kirina dolarê Amerîkayê ji aliyê bankaya navendî ya Îraqê ve, hin bazirgan û firoşgeh dest bi giran kirina nirx û buhayê tiştan kirine lê ew bazirgan û cîhên han ji aliyê tîmên têkildar ve hatine cezakirin.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku her kes û aliyek bixwaze fêde ji biryara bankaya navendî ya Îraqê bistîne û buhayê tiştan giran bike, vê were cezakirin û firoşgeh jî werin daxistin.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî bankaya navendî ya Îraqê bo kêm kirina kurt anîna bûdceya Îraqê biryar da daku buhayê dolarê li hemberê dînarê bilind bike û ew yek jî bûye sedema nerazîbûnan.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.